"Daxuyaniya balyozê Amarîkê li dijî pîvanên demokratîk e"
Kordînasyona TEV-DEM diyar kir ku çalakiyên bi armanca agahdarîgirtina ji rewşa Ocalan têne lidarxistin, didin xuyakirin ku fikir û felsefeya Ocalan êdî bûya hêviya gelan û destnîşan kir ku daxuyaniyên balyozê Amerîkayê yê Tirkiyê li dijî hemû pîvanên demokrasî û mafên mirovan pêk hatiye.
Têkildarî daxuyaniyê balyozê Amerîka ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî “terrorist” bi nav kiribû daxuyaniyek da û got ku daxuyaniyên bi vî rengî li dijî pîvanên mafê mirovan û demokrasiyê ye.
Daxuyanî wiha ye:
“Em wekî Kordnîsayona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) gelê Bakurê Sûriyê silav dikin, ku derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwesteke xurt nîşan dan. Di çalakiyên ku derbarê mijarê de têne lidarxistin û helwestên nerazîbûnê diyar bû ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan êdî bûye hêviya tevahî gelên herêmê. Rêber Ocalan ji aloziyên ku herêm jiyan dike riya çareseriyê pêşkêş kiriye. Ocalan bûyê têkoşerê hemû gelên azadxwaz.
Ji ber Ocalan bi berxwedaniya xwe hemû gelên bindest, nasnameya wan çi be jî ji êşkenceya dirûnî û fîzîkî diparêze. Niha agahî hene, dibêjin rewşa Ocalan a tenduristiyê ne baş e. Rêber Ocalan temsîla kesekî tenê nake, lê belê di kesayeteka xwe de doza hemû gelên rastî qirkirinê tên nîşan dike. Nûnertiya gelê herêmê ya pêkanîna projeya neteweya demokratîk dikin. Tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Ocalan li dijî hêviyên gelên aştîxwaz û demokrasîxwaz pêk hatiye.
Di dema bi melyonan gelê kurd û gelên Bakurê Sûriyê li hember neheqiya ku li ser Rêber Ocalan pêk tê, nerazîbûn nîşan didin de, her wiha di dema ku gelê herêmê Ocalan nûnerê xwe qebûl dike de û rexmî rola wî ya di têkbirîna li dijî DAIŞ‘ê de, qunsilisê Amîrkayê derbarê Rêber Ocalan de daxuyaniyan dide. Daxuyanyên wî pîvanên demokrasî û mafên mirovan bin pê dike. Ev daxuyaniyên bi vê rengî tenê xizmeta siyastên dewleta Tirk ên li dijî hêzên demokrasîxwaz dike. Em dibînin ku Amrîka li şûna vê êrîşa li dijî nirxên gelan, gereke ji bo çareserkirina doza kurd li Tirkiyê çareser bibe, tevbigere, ji be ev çareserî wê bikeve xizmeta ewlekariya ne tenê li Tirkiyê lê belê li tevahiya herêmê û Sûriyê jî di nav de.
Herî dawî, em bang li civaka navdewletî dikin, ku fişarê li Tirkiyê bike da ku şandeyeke bişîne Îmralî, her wiha em ji rêxistina CPT ya têkoşîna li dijî êşkenceyan bişîne da ku rewşa tenduristî û ewlekariya Rêber Ocalan diyar bike. Em bang li gelên xwe dikin ku çalakiyên xwe yên ji bo Rêber Ocalan berdewam bike. Careke din em gelê xwe silav dikin û dibêjin serkeftin wê ya gelê me û fikirê Rêber Ocalan be.”
(bb/dc)
ANHA